Cîhan

Bûyerek trafikê de mirî û birîndar ..

Li Edeneyê, di encama wergerandina otobuseke rêwiyan de du kes mirin û 19 kes birîndar bûn.

Otobusa rêwiyan a bi jimareya qeydkirinê 06 CFK 896, aîdî şîrketa Kamil Koç û ajokarê wê H.K. (46) bû, ku ji Enqerê ber bi Osmaniyeyê ve diçû, li taxa Arslanliyê ya navçeya Kozanê wergeriya. Piştî agahdarkirinê, tîmên Xizmetên Bijîşkî yên Lezgîn ên 112, jenderme û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîmên bijîşkî destnîşan kirin ku du kesan jiyana xwe ji dest dane. Nozdeh kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê.

Back to top button