Polîtîk

PKK li Qendîlê daxûyaniyekî dide….

PKK li gorî biryarên ku di Kongreya xwe ya 12-an de, li ser banga Öcalan hatine girtin, gaveke nû diavêje. Rêxistint dê îro saet 11:00-an de li nêzî Qendîlê bi daxuyaniyekê vekişîna xwe ya tevahî ji Tirkiyeyê ragihîne.

Duh, dezgeheke medyayê ya girêdayî PKK-ê li ser malpera xwe ragihand ku rêxistin dê daxuyaniyek nû bide. Nûçeyê, bi îdiaya “çavkaniyên pêbawer”, diyar kir ku “rêxistin dê li gorî banga Abdullah Öcalan û biryarên kongreya berê gavên nû bavêje.”

Karbidestekî KCK-ê, rêxistina sîwanî ya rêxistinê, ragihand ku dê li quntarên Çiyayê Qendîlê li navçeya Raperîn a Silêmaniyê, herêma ku çek lê hatine şewitandin, civîneke çapemeniyê were lidarxistin. Li gorî raporan, rêxistin dê pabendbûna xwe ya bi pêvajoyê re, ango hilweşandin û bêçekkirinê, dubare bike û vekişîna hemî karmend û çekdar ji Tirkiyeyê ragihîne. Komek ji 30 kesan ji Tirkiyeyê jî dê beşdarî civînê bibin. Rêxistin dê her wiha ragihîne ku ew pêvajoya jiholêrakirina şikeft û xalên pevçûnê li başûrê kurdistanê bidomînin.

Back to top button