11 malbat doza zarokên xwe dikin
Zarokên temenên wan navbera 14.17 Sali de ji aliyê PKKê ve diçin sere çîya. Li çiyan dibin gerilla û şer dikin.
Lê ser vê yekê li Bakurê Kurdistanê gelek malbat li dijî derêxistina zarokan ya sere çîyan derketin û bi hinek çelakiyan doza zarokên xwe ji PKKê dikin.
Zarokên hinek malbatan vegeriyan. Lê hêja 11 malbat hêviya zarokêîn xwe ne.9 malbat jî hêja li ber avahiya Bajarvaniya Mezin a Diyarbekirê greva runiştinê dikin.
Malbat dibêjin heta zarokên me nedin me emê vê çalakiya xwe berdewam bikin.
Malbat dibêjin “ zarokên me bê hemdê xwe derketine sere çîyê. PKKê ew xapandine û bi zorê birine sere çîyan“ Lê çêroka her malbatekî cudaye. Taybetî diyên van zarokan ne rewşek baş de ne ûroj bi roj tenduristiya wan têk diçe.
Li himber vê yekê rayadarên PKKê, BDPê bê dengin. Du parlementerên jinên Ak-Partiyê yê Diyarbekirê, Mine Lok Beyaz û Oya Eronat serdana malbatan kirin.
Mine Eronat ji medyayê re got: Parlementerek jin bi telephone li malbatan digere û ji wan re dibêje:“ Divê hun şanaziyê bikin ku zarokên we derketine çîyê“ Ez bangî vê xanimê dikim Nursel xanim; Eger tu bi derketina çîya şanaziyê dikî, keçeke te heye kerembike keça xwe jî rake derkeve sere çîyê.
Herweha parlementera Diyarbekir ya AK-Partiyê Beyaz jî axavtinek kir û got: Ez bangî kurdan dikim. Ev malbat li virene ka hun li kûne?Em zarokan dixwazin. Ka îrada van zarokan ya derketina çîyan heye? Ev malbat li derê avahiya Bajarvanîyê rûdinin. Lê her roj serok û hevserokê bajarvaniyê berwan re derbas dibin lê kesek selamekî nade wan.