11. Festîvala Filmên Kurdî li London birêve diçe

Rêveberiya Festîvala Fîlmên Kurdî li London eşkere kiriye ku 11. Festîvala Fîlmên Kurdî li Londona paytexta Brîtanya birêve diçe. Çalakiyên vê festîvalê li rojanên 15 heta 24/08/2020 destpêdikin û heta 10 rojan bi awayeke online berdewam dibe.
Her wiha daye zanîn ku ew bi xweşhaliyê ve 11. salvegera Festîvala Fîlmên Kurdî li London radigihînîn û bi rêya online dibin mîhvanên malên me, li her quncikeka vê cîhanê bin dikarin wan kurte fîlmên ku ew belav dikin bê beramber temaşa bikin. Dîsa ji ber rewşa xerab ya îsal ku hemû cîhanê li xwe girtiye û ew kêşeyên hatine rêya mirov û mirovayetiyê ku em jî girtîne, wekî desteya rêveber ya festîvala fîlmên Kurdî li London neçar bûyîn ku îsal bi bernameyeke taybet xizmeta we bikin. Lê belê bi tenê fîlmên (Aksion, dokumenterî, animasion) wê xizmeta temaşevanan da bin ku naveroka kurte fîlmên me yên îsal pêkhatîn ji (Lewdîwî sînorewe, xebat berdewame, jin le film da, ceng le şaşewe, çîroke nawazekanî Kurdewarî, zarok û fîlm).