Cîhan

Pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê hat nirxandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Komîteya Xizmetên Leşkerî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê tekezî li ser berdewamiyan piştgiriya Herêmê û hêzên Pêşmerge kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê, bi Kongressman Mike Rogers re, ku Serokê Komîteya Xizmetên Leşkerî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê ye, civiya. 

Di civînê de, girîngiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hat nirxandin. Herwiha, guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Sûriyê û herêmê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Hevdem, her du aliyan careke din tekez tekezî li ser berdewamiyan piştgiriya Herêmê û hêzên Pêşmerge kirin.

Back to top button