Civak

Heta niha jî verêj û encamên komkujiyên Enfalê mane

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta salvegera Enfalê de peyamek ragehand.

Peyam:

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Di salvegera 37ê ya pêlên Enfala bednav de, em şehîd û qurbaniyên jenosîda Enfalê bi rêzdarî bibîr tînin, ku  rijêma berê ya Îraqê bi dehan hezar kesên bêtawan ê Kurdistanê veguhastin biyabanên başûr û naverastên Îraqê û di gorên bikom de bi saxî binax û winda kirin.

Jenosîda Enfalê tawankariyeke mezin bû li dijî ax û xelkê Kurdistanê hat kirin û heta niha jî verêj û encamên wê komkujiyê her mane û divê Hikûmeta Federalî bi hestkirina bi erk û berpirsyarîtiyên xwe yên qanûnî û destûrî û exlaqî kesûkar û hemî zirardîtiyên jenosîda Enfalê û hemî stemlêkiriyên din ên destê rijêma Beisê ji aliyên madî û mînevî ve qerebû bike.

Di salvegera vê pêla tawankarî ya şovînî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi zêdetir xizmetkirina kesûkar û binemalên serbilind ên Enfalkirî û şehîdên Kurdistanê tekez dike.

Silav li canê pakij ê şehîdên Kurdistanê, bîranîna şehîd û Enfalkiriyan her bilind û şkodar be.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Back to top button