Cîhan

100 welat lêpirsînê li dijî Çînê tomar dikin

100 welat daxwazê dikin lêkolînekê bê alî di derbarê serhildana virusa Korona de bê kirin ku li nav wan de Rusya jî heye. Biryara Yekîtiya Ewrupa ya ji bo nirxandinek di derbarê serhildana Koronayê piştî wê yekê tê ku Awustralya daxwaz kiribû lêpirsîn li dijî Çînê bê kirin ku çawa muamele li gel qeyranan da kiriye.

Çînê jî bi tundî bersîva Awustralyayê da û wî bi wê yekê tometbar kir ku “hengavekê gelek ne berpirsiyarane avêtiye” û bûye sedema hêdî kirina hengavên navdewletî yên ji bo rûbirûbûna Koronayê.

Di demek de biryare awayê nirxandinê li civîna salaneya Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) de pêşkêşî endaman bê kirin ku îro li Genev destpêdike. Naveroka nirxandinê Çîn û hîç welatekê din dernaxe û daxwaza “bê alî, serbixweyî û giştgîriya nirxandinê dike”.

Back to top button