Civak
100 teroristên DAÎŞ hatin kuştin
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê eşkere kir ku, di şerê yê Şingalê de ziyaneke mezin gihîşt terorîstên DAIŞê û 100 kes ji wan hatin kuştin û gellek otomobîlên wan ên leşkerî jî hatin têkbirin.
Haşim Sîteyî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro serê sibehê terorîstên DAIŞê bi hemû awayekî û ji 4 aliyan ve êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û gellek ziyan gehandin wan.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha got: “Di wî şerî 30 termên wan li cihê şer man û bêtirî 70 terorîst din jî hatin kuştin, ku bi topên Hêzên Pêşmerge û bombeyên balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî hatin kuştin.”