Civak

10 milyon dolar bo avakirina du kampan bo penaberên surî

 

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel Canêt Lîm alîkara berprisê komisyona bala ya karûbarên penaberan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve UNHCR civiya û rewşa penaberên Suriyeyê yê li herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Berpirsa UNHCR sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, di hewara penaberan diçe, pêşwaziyê li wan dike û hemû pêdawîstiyên jiyanê ji penaberan re li kampa Domîzê ya ser bi wîlayeta Duhokê ve, dabîn kirine û bi awayekî gelek baş jî hevahengiyê digel rêxistina UNHCR dike û daxwaz ji Îraqê û dewletên din yên herêmî kir ku weke hikûmeta herêma Kurdistanê hevkarî û alîkariya penaberên Suriyeyê bikin. Wê got ku, zêdetir 90% ji himara penaberên surî li herêma Kurdistanê ne û vê yekê jî barê ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê giran kiriye.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê behsa bêhelwestiya hikûmeta Îraqê li hember penaberên surî kir û got ku, divê hikûmeta Îraqê bi cidî bi berpirsiyariya xwe ya li hember penaberan rabe û destê alîkarî û hevkariyê bo kampên penaberan dirêj bike.

          Em pêşbînî dikin ku, hijmareke zêdetir ji kurd û ereban ji Suriyeyê ber bo herêma Kurdistanê bên. Ji ber hindê divê hemû amadekarî bên kirin û hem hikûmeta Îraqê û hem jî civaka navdewletî xwe ji bo pêşwazî û alîkariya penaberên surî amade bikin.

Di civînê de behsa pirsgirêk û kêmasiyên kempên penaberan hat kirin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanê biryar da ku, 10 milyon dolaran bo avakirina du kampên nû bo penaberan li Duhok û Hewlêrê berdest bike.  Herwesa biryar hat dan ku, ji bona baştirkirina rewşa penaberan di warê saxlemî, perwerde û pêdawîstiyên rojane de, bi beşdariya hikûmeta herêma Kurdistanê û UNHCR û aliyên peywendîdar civîneke berfireh bê saz kirin û hemû kêmasiyên penaberan bên çareser kirin.

          Dema behsa penaberiyê û derbederiyê tê kirin, em ji hemûyan baştir di rewşê digehin, çunkî me penaberî, jiyana dijwar û derbederî dîtiye û em dizanin jiyna û rewşeke çend nexweşe. Ji ber hindê hikûmeta herêma Kurdistanê hemû alîkariyan pêşkeşî penaberan dike.

Barzanî daxwaz ji welatên cîranên Îraqê û herêmî, bi taybetî welatên erebî kir ku, alîkariya penaberên surî bikin û rewşa wan li ber çavan bigirin

 

Back to top button