RojevVîdeo

Cotbûna ez û din (1)

Têkelbûn bi bîr re ne wek ew têkelbûna pêkhatî  ye di peywendiya evînî de, di nav jin û mêr de, lê dema ew têkelbûn pêk tê, evîndar kesayeta hezkiriya xwe winda dike, û tenahiya eza xwe vedigerîne.

Rêber Hebûn

Sarter1 meqate dibe ku a din bike dojeh, ji ber ku mirov nikare xwe  ji   pirs û êşên xwe  rizgar bike, li gel wê di hebûniyê de bi derya de diçe,ta a din 

ji takes re kelemek î bibîne ,û bi heman demê zanyar  kedekê dide bin siha çi gotarê an deqekî  ji  kesê wergirtî re radike,ji bo ku kêşeya hebûnî a ku tevahî  rêzên jiyana me kêmxewî dike bi belge bike, nexwe mirov a tekî tenê ye a bijareyên xwe li ber hebûna ragihandî radike, û encamên bijar e û sersaxiyên xwe  li pêş tişt û dûxayan de hildigre, û herwekî ku a din ji tevahî berdewamiya jiyana me re kelemek e nimûnî saz dike,lê em jêre dibin deyndar, ji ber ku ewa xeleka giringtirîn  e ji xwenasîna me re û çawaniya em bi destê wê di jiyanê de bibin.

Got û bêjiya heman û din di rêbaza gerînê ye ji kêşeyên hebûnî re, û zanîna a  em heta çi radeyê dikarin sûdê jê wergirin, û dibe ku hebûna êş di bîrê me de bi nerîna me ya got û bêjî ve tevderbasbûyî be, ji misogeriya rêza jiyana ku li ser pêşveçûnê  berve dawiyê  hatiye avakirin, lêbelê mayîna demborînê di mirov de qayimtir e  û li ser ban de tê xuyakirin, û dema em behsa Sarter dikin û gotina wî tînin ziman ,dema got ku a din ew dojeh e , em  nîşanên giring jê derdixînin , û li vir Sarter di şanoya xwe ya bi navê (rûniştina nepenî) dibêje :  “dojeh ew kesan in.“

——————————–

1- Jan Bul  Îmard Sarter 21 Cehzeranê 1905 li Parîsê -15 Nîsanê li Parîsê 1980 , ew fêlesof ,romanivîs û niviskarekî şanogeriye , niviskarê sînariyoyê ye û rexnevanekî wêjeyî ye û çalekvanekî siyasî ferensî ye.

Ew kesên yên hewil didin ku rêbaza jiyana xwe bicî bikin ,  û herwiha  ji bo me bi kelem û zehmetiyan  ve bitemirînin, û kedekî didin ku di rêya me de aloziyan biçînin, û herwisa hewildana afrênerî ê ku em di hundirên xwe de ronî dikin, rê dûz  dike ji got û bêja ez û din bi awayekî pir diyarbûyî, wek mînak: dema em dibêjin ku dildar dixwaze henasa hezkiriya xwe bi henasê xwe ve tune bike, di dema ku di kiftika dîmena riyalist de em raman dibînin ku xwe li dû hev dike ji bo ku rêbaza xwe ya saxlem dûrî dîtinên wijdanî ên zindî çêbike, û bê guman meraq ji bo çareseriyê û nêzikbûna ji vac, ji ber ku jiyan têkelek e ji têgehên ne tebitî , û ew xewinên ku têne mirov, û parekî ji ramanbûna wî dibin, dihêle ku henasa afrêner hewil bide jidil ta bi rastiya afrênerî bighêje xweşiya armancbûyî, û ewa sazkirina rêyên  bikêr ji hevrazbûnê, bi têgehîbûnek e bacgirtî ,yê ji pisporî, ajok û kanîbûnan tê encamdan, em  wana ji  kelika vê  girteheviyê   pevdiguhêrin û di mijara hewildana evînkar ku bi parçeyê xwe ya din ve bi yek bibe, û ev mîna peywendiya afrêner bi alavên heyîn ,cîgeh û kêşeyên wê û bi  afrêneriya xwe re , û bê guman ev tişt pêktê bi pêvajoya  têkelbûna  komelgî ligel van pirsgrêkan, ta bibe  kedek e bi hêz ji bo afrandinê.

Têkelbûn bi bîr re ne wek ew têkelbûna pêkhatî  ye di peywendiya evînî de, di nav jin û mêr de, lê dema ew têkelbûn pêk tê, evîndar kesayeta hezkiriya xwe winda dike, û tenahiya eza xwe vedigerîne.

Em dibînin ku ew eza , bijareyên henasê di parçebûn de diyar dike, û gera wê ya berdewam ji çarenûsan re ji bo rewşên yên demborînê nîvî dikin û berve pêşerojê ve  diçin û eger ku evîn ango meraqa me be ,ku em hez bikin , ewa jî çûna me ye ji bo vekolîna heyîna pêşveçûnê ye ji baştirîn re , bi xwestina xêra dûrtir bi navê wê ya rastîn.

Û pêjna afrênerî bi tevahiya xwe bêhtir diponije li kêşeya henas û din , û wana bi eynî demê  pesin dike, û hewildana henas  ku xwe bi yê din re bi yek bike bi awayekî wijdanî, ango ewê din dixwaze hezkirina me bi wateyê ku pêdiviya xwe di wê de dibîne bijî, di vir de bedewiya hewildanê pêktê ,û herwiha mercê afrênerî  bi gera li jiyana yê têde zanyar pêş dikeve çêdibe, bi rêveçûna xwe bi vê pêla civakî  re berve rastiya hebûna a ku bi bedewbûnê darizandî ye, tevî got û bêja pevçûna sazger li her koş e û derbar de û serdeskirina wî bi hemî  rêgeh û meydanên cuda,  êdî hebûna evîndar li pevçûnek e berdewam de ye, wek her hebûnek e din,  û hindî em di henasê xwe de bi rêya eynikên hebûnê biramin , her ku wê rastiya me ya bedew bêhtir diyar bibe, û bi rêk û pêkbûna  û lihevhatina xwe ligel sirûştê wê berfirhtir bibe,wisa wê hizrkirina bedewbûnê xwerû be, û ji pend re nimandin be, ji ber ku pend lawê bedewbûna ku di hebûnê de cîgir bûye, û  pêzanîna me bi hebûnê pêknaye bê ku em derbasî  rakêşeriyê nebin li vê cîhana ku bi nepeniyên xweşiya bi seyr cîtengbûye,  bi gerîna di nav ferehiya wê ya bê sînor de, ta ku em xwe binasin, û herwisa hebûn yê ji me ve xuya dikir  wek ku  buhiştek e  akincî, tiştên wê yên veşartî aşkere nabin ger ew pêzanîna takesî nebe û ewa : ez e, eza a dixebite , ked dide, dixwîne û li çûnxaran de digere.

Ev rastiya pêketina zanyar çêdike ji bo  rizgarkirinê  ji  baskên têgehên kevirbûyî, û mirov wê bi  xweşiya  rêvebirinê ji xwesteka evînê  bîr nebe eger bi  bi bûyerên dem û cih  ve di cêwîbûna wana de  nerame, ji ber ku nepeniya bedewtirîn bi vexwastina aliyên girêdayî bi huner û zanistên mirovî ve, û her tişt dibişkive bi rêya got û bêja takes û sirûştê di nav jîndaran de, û xuyakirina ew civak bi saya hevgirêdana qayim di navbera tevinên afirandina saxlem ê di heyînê de niştecî ye, û di xwesteka henasa takesî di lêgerîn, afirandin û ketina hundir bi kûrahî  berve bedewbûnê, û rexne jî parek e biserîbûyî ye ji pêvajoya afrênerî , û ewa hevcisniyek e  din e  û riwek e beranber e ji got û bêja takes û sirûştê, hebûn û jîndar, afrênerê deq û pê de çûyê deqê, felsefa û şîrovekarê wê,  van cotbûnên  beranberî hevdû demasalên hevdû yên kêm temam dikin, ji ber ku rexne ji deqa amadebûyî dixwe, û nirxa afrênerî  bi giştî diyar dibe dema pê de çûna şîrovî a ponijî di nava wan de û herwisa..

li vir nîşanek e girîng e ji kesên yên li pêş me û jiyan û ramanbûnên me de dibin kelem, ji ber hebûna wan dimîne ew dojeha fortdayî ji hemî tiştên yên di jiyana me de ne, ku em wana bi rêk û pêk dikin ,û bê guman ew kelem di navbera henas  û ponijîna tam  de dibe asteng, û her tim dibe dojeh û şerodî ,bi sedema hebûna kesên din, yên kedên mirov ji bo parastina rewanê û rêxistinkirina pêdivî û  palnerên wî hizr nakin,  û ne xem e ji bo wan ew bedewbûna a ku di çûna nav sirûştê de heyî ye, û sûdwergirtin ji taybetmendiyên bedewbûnê ye, ev hîşt ku hêrs û dilgiranî bibe encamek e a ku li hember hêzên kirêtî û reşepêşkirinê radiweste, ên beranberî raman , xewin û xwestekên me di rengînkirina jiyana me  bi bedewbûn, ramanbûn û zanîna hewildar ve disekine.

Got û bêja hebûna afrêner li rex kelema mirovî de û derdê heyî li cem berdewambûna afirandinê û pakiya wî ye, dema em Sarter dibînin ku derd  di yê din de dibîne, û hebûna me wek henas e barekî bi ser de ye, û Sarter dibêje : (bilî ew din e, eza ku ne ez e) û ji vir ew dîtina zanyarî pêktê berve hestkirina bedewbûnê, û ketina di nav nîşanên wê yên germ de, û rêvebirina ser alavên bergirî dide me, tê kurtaskirin di meqatebûnê de, lê  li rex tofekê vê bedewbûnê bindest  û dûr dike, çima girtehevî ?!,  li vir birastî mîna armancekê ji zorengê  ye û ewa got û bêjiya hebûnî diyar dike, ji ber ku du tof hene, tofek e  tenik afrêner jiyana xwe bi rêve dibe bi rêya piştpêbestkirina xwe bi jiyana xuristî û tiştê ku di nav de mîna bawerî bi komek yase , bi rêya wê jiyana nimûnî tê rêxistinkirin û ev reftara lêkolînerên jiyana gelek aram û wate di kiftika xweser de ye, beranberî wê tofek e qezencî heye bi malgirtin û desthilatiyê bawer e, ji ber ku ew bingeha vê tofê ye û cihê serpereştiya wê ye,  û bedewbûn di sebaret wê ewa bidestxistina tiştan e , û diyarkirina bedewbûnê ewa di gezenckirin û  desthilatê de ye.

Naxwe du ragehên ji hevdû cuda hen e,bi berbaweriya li ser bihaneyekê (şîrovekirinek e rêzimanî) bi şîrovekirin û ravekirina peyva (ne) em dibînin ku jiyan naye jiyankirin ji bilî li ser sergeha pêşbirk û bilîxwebûnê , di pêşdebirina  rêyek li ser rêyek ê , û herwiha lîska aşkere li ser têla mayînê ji kesê hêjatirîn re.

Gurbûna afrênerî di hevketinê de ye ligel zîrekbûna qezencî, û  xwestekên tevahî zanistên mirovî ku em li mirov digerin ji derveyê hawîra zanistê ve ê girêdayî bi bendên hiş û wênegirtina wê, û herwiha dûrî  xûlbûna wijdanî bi hemetkirina li ser wijdanê wekî pîvanekî ji sererastkirina  rêzên çewt ên mirovan li qonaxên xwe yên dîrokî de ên dagirtî wate û fêrkirin piştpêbest kirin, dema raman pikaranîn ji yek ji du wênegirtinan an bingehkirina hişmendiyê an wijdaniya  bêsînor a ku bi zanînê bawer nabe, ku ew zanîn dikare di naverokê xwe de hemî tiştan têbigihe, û ji vir Sarter dighe encamekê ku tunebûn û veqetandin û dûrketin di navbera ez û din de heye.

Cengên bi ser ricîmên rojhilata navîn de tên bi gotina guhertina sîstemên wê, di eynî demê di naverokê xwe de guhertina êşê bi rewşek e dagirtî qerebalix, derew û tevhevî diraje, nîşan dide ku guhertin ji derve naye sepandin ,lê vînek e cemawerî  jîhatî li peye , ji ber ku têgihiştin bi pêwîstiya guhertinê ew pêdiviya civakan e, lê hêzên derveyî ew bi deziyên vê lîstokê wek diyar dibe dilîzin, bi gurkirina zorengên yên nayên rawestan û aram kirin , û rewşa siyasî a bi agirên sîtemkarî û destwerdana derveyî dorpêçbûyî ye.

Û berketina vê kêşeya qewimî  di kokên  civaka destgirêdayî bi zincîrên  serperestiyê û belavbûna derdên desthilatê di saziyên wê de, ewa cihê hêviyê ye di pêvajoya berhemdana deqa afrênerî, û hatibû  piştpêbestkirin, ta di jiyanê de berztir bibe bi rêya ramana a nûnertiya çareseriyê dike , ev ya parek î girîng e ji deqê, ji raberbûnên helweşîn û parçebûnê, û ne diyarbûna pêşkerê, û çi berketin li cem asta gewdehê û tiştê şanî, ligel wê a din dibe mîna çi mijarê an tiştekî, lêbelê di rewşa dîtina derdê civakê divê em destê xwe deynin li ser dûriyên wê ya deronî û encamên ricîma zordar di hundirê avahiyên wî de, û qerebalixa ku têde çêbûye ligel şerên derveyî, û axaftin li ser vê dirêj û aloz e, û di cengê de pêkanînên şahiya aram kêmtir dibin, û ramandin li cihên wêranbûyî zehmet dibe, û ji van mehnedîtina li ser binpêkirinên yên di dilê bîr de cîgir bûn e ,dibin  hemî rojeva axaftinek e bi êş, û hemî rê ne ji dermankirina rûmeta binpêbûyî re bi destê qamçiyên serbir  û carne jî ji sedema cenga ya destara xwe dizîvir e ta dilaraman bikuj e,  di dema ku dîmenk tê girtin ji xirabtir gunehek e  nuh dîtî, em dibînin ku li ser derdê jinê li cengê de tê tîr kirin, ji ber ku ew hemî encam û bûyerên cengên yên mêr çêdikin dikşîne, û parastina jinê ji birîndarên şer re, bi ewlebûna berzkirina peywendiya mirov bi cih re, têkiliya wî bi a din re, û dîtina civakê ji jinê re ji ber ku ew jîndara a herî ku sertbûna cengê hildigre, ev dihêle ku em li  bûyerê binêrin bi paldana li ser dan û standina mirov pê re, wek wateyekê ji wê têkiliya di navbera ez û bilî, û Sarter li vir dibêje:

(Ew têkiliya di navbera ez û din peywendiyek e tiştbûyî ye, heta ku her yek ji wan bi a din re wek gewdeyekî an mijarekî dide û distîne , xwe bi wî  ve bi ti awayî girênade.)

û çavdarîkirina bûyerê ewa lêgerînek e ji vê got û bêjê re ye bigiştî, û herwiha girêdana rûberûbûn, û girêdanan di nav wan de berz dike, û wateyan ji van beranberbûnên wana ve bervajî dike,  bi derxistina temaşevan ji panava ponijînê,  ji ber mirov aliyê diramî nabîne ji bilî  rêbaza got  û bêja henas û a din , ji ber ew rewşên mirov û qonaxên wê yên cuda ligel beranber  diyar dike ,û naveroka  vê girêdana ramanî ê cîgirbûyî  vedikole ,li paş berzbûna temaşevan,û danîna helwestên zindî  beranberî rodanên çêbûyî li civakan de û çarenûsên wan, awayên ramandina wan û alavên weşdanina bîrdoziyên wana jî  kontrol dike.

Û bê guman ku peywendiya cihî di navbera got û bêja cotbûnan de û tiştê di navbera wan de ji peywendî û kelemên dijberbûyî bi cih re ye.

Lê nivîs vê gengeşa li ser encamên gotobêja berdewam li hebûnê de diyar nake bi qasî ku hewil dide baca serpêhatiyên mirovan veguhêzîne, di çarçova rêbaza dan û standina hûrbînî ji zanistên mirovî re bi giştî, ji ber ku mirov dike bine û armanca bingeh ji kiryara hebûna xwe re.

De em bi gotina Yohena Ci Istosîncer biramin di pirtûka wî de a bi sernavê  çima navnetewan diçine şer :

(herdû alî wê bibêjin ku sinc ew bihana şerê wan e, û herwiha jî bingeha vacî ji destpêka cengê  tê piştpêbestkirin  li ser nirxandinek e  pir pêde çûyî  ji geşbîniyê ji encamên şer, birîndarî û lêçûnê, û li ser wênegirtinên şaş ji niyazên dijmin .)

bi kabê lîstin ew civak  li tûnîla  heldêrek e ne aşkerebûyî biribû, wê birêve bir ta bibe êzing ji  çavkariya xwediyên aborî û mafiyên wan, û ev me dihêle ku em vegerin  Sarter dema got : ( Ez berketî a din nabe wek ew bûye,lê berketî wî dibe wek ew dibîne di çarçova werzê serpêhatiya xwe ya taybet de, tê wê wateyê ku nerîna ez ji bilî re nerînek e kurtas e û  têwerbûyî ye, tevî ku ew dîtinek e serveyî ye li ser gelek cureyên  hestî cîgir dibe , û nakeve kûrahiyên bilî bi rêya nêzikbûnê jê re û hevsojî pê re.)

naveroka pirsgirêkê ewa berdewambûna zorengê ye, û pêşxistina devdanan li yên din  in, di çarçova ne çareseriyê, û mirov wisa li dû hev tên ji bo bi baweriyan bigrin li ser hisabê damendelêtiya hindan, û wisa serdestan vê pevçûnê gurtir dikin li gorî berjewendî û ecnîdeyên xwe, û wisa dîtin rûberû bilî birastî wekî ku Sarter dîtibû kurtasî ye , bi wateyê ku ew tewere ye di sînora ezeziya kirdeyî de ye a di heya xwe de bi ew baweriyên ên wê bi rêve dibe ve girêdayî ye.

https://youtu.be/5tmsq7Drc1Y
Back to top button