Zimanê Tirkî, nevî û dapîrên Kurd ji hevdû qût kiriye
Li gor lêkolîneke DISA, êdî li Diyarbekirê zarokên Kurdan ji ber ku Kurdî nizanin nikarin peywendiyê li gel dapîrên xwe yên ku Tirkî nizanin bikin, li navbera van dû jîlan de qûtbûneke mezin tê dîtin.
Li rapora DISA Enstituya Lêkolînên Civakî û Siyasiyê Diyarbekir hatiye belav kirin, li vê lêkolînê de bi serdêra li (yek malî de zimanên cûda) balkişandiye li navbera dû jîlan de ku yek zimanî napeyvin û her wiha peywendiya di navbera zarok an ku nevî û dapîran de.
Lêkolîna ku ji aliyê Handan Çaglayan ve hatiye kirin balkişandiye li ser wê yekê ku li hemû pas û otobusên Diyarbekirê muzikên Kurdî tê guhdarîkirin. Her wiha pîrejinên kemik spî û zilamên bi şalwar û cilên Kurdî jî zêdetir bi Kurdî dipeyvin. Her wiha ev rewş li jilê dûyem û sêyem û zarokan de jî ev yek diguhere û dibe zimaneke din û eve jî peywendiyê li gel jîla yekem kêm dike.