CîhanKultur

Zimanê Kurdî li kongreya Amnestyê

ZIMANÊ KURDÎ LI KONGREYA AMNESTYÊ Devera dilxweşiyê ye ku Zimanê Kurdî li Kongreya Amnestyê hate bikaranîn.Kongre roja 03/ 02/ 2017 li Stockholma paytexta Swêdê dest pê kir.Nivîskar û lêkolînerê Kurd Zeynelabidin Zinar ji bo axaftinê hate vexwendin.Saet 11.15 axaftina Zinarî bi Zimanê Kurdî dest pê bû û saet 12.15 bi dawî bû. Tercûmeya bi swêdî jî, ji aliyê Gabar Çiyan ve dihate kirin.Zinar û ÇiyanPiştî spasiyên Zinarî ji bo Amnestyê, naveroka axaftinê bi granî li ser van babetên li jêrê bû:

  • Sal 1981, demeke ku Zeynelabidin Zinar bi zimanê Kurdî peyivîye, qeymeqamê Batmanê  gotiye wî ”Eşşekçe konuşma” ango bi zimanê keran nepeyive.
  • Îşkenceya ku dema Cuntaya Leşkerî (1980) li Zeynelabidin Zinarî hatiye kirin.
  • 1983 dema ku Mele Brahîmê Dêrikî li ba Zinarî kuştine û gotine wî ku ”dora kuştinê ya te ye” di wê demê de jî, grûba Amnestyê hatiye Tirkiyê û ew ji kuştinê filitiye.
  • Li piraniya Cîhana Îslamî ku ji 57 welatan pêktê, desthelatiyên paşverû û dîktator hêjî têne domandin.
  • Ola ÎSLAMê ku bi wateya xwe paqijî û daweşandina ji xirabiyan e, lê xirabî li wan welatan pir têne kirin. Herweha piraniya penaberên ku li Ewrûpayê bi cih bûne jî, ji welatên misilman reviyane û hatine Ewrûpayê.

 Zeynelabidin Zinarî behsa naveroka çend Ayetên Qurana pîroz jî kir ku Xwedayê mezin ne tenê rebê bisilmanan e lê rebê her kes û her tiştî ye û hemû kaînat di binê rebîtiya wî de ye. Xwedê ji bo her kesî aramî dixwaze, lê mirov aramiyê têkdidin. Xwedê di Quranê de 145 car peyvika “qenc”iyê bi kar aniye û 380 car jî behsa zulmê û zaliman kiriye. Herweha Zinar axaftina xwe bi Hedîseke cenabê Pêxember bi dawî anî û weha gotiye: “Qencê mirovan ew e ku feydê dide mirovan.” Pêxemberî behsa nijad û dînên heyî nekiriye.Piştre beşdarên Kongreyê, bi çepikan pêşwazî li Zinarî kirine. Rojeva KurdStockholm 03/ 02/ 2018 

Back to top button