Komara Tirkiyê di 2012an de bi awayekî fermî biryar da ku zarûkên Kurdan ên pola 5, 6, 7 û 8 Zimanê Kurdî bixwînin.
Ev hawe dilxweşiyeke germ daxist nava Kurdan. Lê mixabin ew germî demekurtek şûnde, bi dilsariyê hate gêran.
PKK û HDP jî boyqot kirin û nexwestin ku zarûkên Kurdan Zimanê Kurdî bixwînin. Bi wê boyqotê, gelek malbat jî tirsiyan û nexwestin ku zarûkên xwe bişînin dersên kurdî. Ew hawe li xweşê dewletê jî pir hat, wê helwestê kir behane û nehişt ku ew prosesa xwendina Zimanê Kurdî berepêş here.
Divê em zanibin ku ziman mafekî rewa ye ku Xwedayê mezin wek Ayeteke xwe diyarî daye neteweyan. Herweha mafê çu rêxistineke kurdî jî nîne ku bibe asteng li pêşber xwendina zarûkên kurdan a bi Zimanê Kurdî.
Lê sûcdariya mezin di vê babetê de, ya berpirsên dewletê yên wezareta xwendinê ye.
Dema daxwaznameya ji bo xwendina zarûkan a Zimanê Kurdî, meha Çileya Paşî û Sibatê ye. Hêvîdar im ku dê û bavên zarûkan serî li berpirsên dibistanan bidin, daxwazname bidin wan da ku zarûkên wan bi kurdî bixwînin. Eger dê û bav vê berpirsyariya xwe bi cih neynin, bêguman wê berpirsên dibistanan li ser navê dê û bavên zarûkan biryara xwendina zarûkên wan bidin.
Îro ji 1500î zêdetir ciwanên Kurd hene ku dîplomeya mamostetiya Zimanê Kurdî di destên wan de heye. Niha rewşa wan ciwanan jî, xirab e. Dewlet jî her sal du mamoste ji bo kurmancî û mamosteyek ji bo kirdikî vebuhtî dike. Ev jî kêmasiyeke mezin e ji bo dewletê.
Îro li Swêdê pênc zimanên fermî hene û dewlet dersa zimanê nijadî dide zarûkên 150 xelkên cuda ku wek penaber li wirê bi cih bûne. Lê Tirkiye her sal tenê 3 mamoste ji bo xwendina zarûkên Kurdan vebuhtî dike.
Hêvîdar im ku her kesê bîrewer û rewşenbîr, hewldaneke mezin bidin ser xwendina zarûkan a bi kurdî û malbatên wan teşwîq bikin da ew daxwaz bikin ku zarûkên wan bi kurdî bixwînin.
Madem dewletê ew maf daye zarûkên Kurdan, kesê ku sûd jê wernegire, ew bi xwe zarûkên xwe dike biyaniyên çanda xwe.
09/ 09/ 2021
Zeynelabidîn Zinar