Cîhan

Zenith: Ma kesek dikare pêşîya avabûna Kurdistanê bigre?

Govareke almanî di hejmara xwe ya çend roj berê de dosyayeke taybet bi gelê kurd û dirustbûna dewleta mezina kurdî li Rojhilata Navîn weşandîye û tê de daye xuyakirin ku, pêngavên aştîyane yên kurdan li nawçeyê de ji buhara erebî serkevtîtir e û bi proseyeke aştîyane berev dewleta mezin û serbixweya kurdî ve pêngavan dihavêj in. 

Govara Zenith a almanî, li ser bergê xwe nexşeyeke Kurdistana mezin weşandîye û dosyayeke taybet bi pirsa kurd û dirustbûna dewleta kurdî amade kiriye û nivîsîye:´´ bi pîwandina li gel buhara erebî, kurd serkevtîtir in û bi proseyeke aştîyane berev dewleta mezin û serbixweya kurdî pêngavan dihavêj in.´´

Zenith herwisa nivîsîye:´´ ev dosya siyasî taybet bi neteweyeke mezin ê bê dewlete li Rojhilata navîn.´´

Govara Zenith herwisa bi hûrî behsa cihê cografî û rewşa jiyana kurdan li nawçeyê dike û îşaretê bi wê yekê dike  rojanek, dîtina herêma kurdîya wan weke kabûs bû, lê niha herêma Kurdistanê li bakûrê Iraqê bi miqayîse digel nawçeyên din ên hikûmeta federala Iraqê, herêmeke aram e, di demekê de ku Iraqa federal di qeyrana şerê mezhebî û tundûtîjî de ye.

Di beşeke din a dosyaya xwe de, govara almanî Zenith, amaje bi buhara erebî li Surîyeyê dike û nivîsîye:´´ Hevdem digel berdewamîya buhara erebî li Surîyeyê, herêma kurdî ya wî welatî, nawçeyeke cuda ye û berovajî nawçeyên dinên Surîyeyê, arame û jiyan tê de berdewame.´´

Di bareya proseya aştîya li Turkiyeyê ya di navbera hikûmeta Turkiye û PKK û kurdên Bakurê Kurdistanê de, Zenith wiha nivîsîye:´´ Dawîhatina şerê xwînawî û guherîna wê bi proseyeke pêşkeftîya aştîyê, bi dilhêsayî ve hemû ewane, hizr û bîrkirineke mezine bo dirustbûna dewleteke kurdî li nawçeyê, lê daxwaza kurdan dirustbûna dewleta mezin a Kurdî ye. (Gulan)

Back to top button