CîhanRojev

Zelenskyy: Rûsya Tawanên Cengê Didomîne

Rûsya derengê roja Şemîyê êrîş bir ser navendeke xwînê ya li Kupiansk ya herêma Kharkivê.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ji Telegramê ragihand ku kuştî û birîndarên êrîşê hene.

Zelenskyy dîyar kir ku tîmên agirkuj agir vemirandine û ser êrîşê got ku tawana cengê ye.

Wî eşkere nekir ku di êrîşê de çend kes hatine kuştin û birîndar bûne.

Kupiansk li ser rêya hesinî ye bi qasî 10 mîlan nêzî enîya şer e.

Rûsya, ku di Sibata 2022’yan de dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû, dibêje ew bi ti awayî bi qestî êrîşan nabe ser sîvîlan.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku wê nekarîye ew bi awayekî serbixwe agahîyên ser êrîşê piştrast bike.

Moskowê piştî Ukrayna bi dronan êrîş biribû ser du gemîyên Rûsî soza tolhildanê dabû.

Jêder: Reuters, VOA

Back to top button