
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku wî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re pêwendiyeke telefonî ya “gelekî girîng û berhemdar” pêk aniye.
Zelenskyy li ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku wî di pêwendiyê de Roja Serxwebûna Amerîkayê pîroz kiriye û gotiye ku wan “pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar” encam daye.
“Me bi Amerîkayê re gelek tişt bi dest xistine”
Serokê Ukraynayê ji bo piştgiriyên wê spasiya Amerîkayê kir û got:
“Me bi Amerîkayê re gelek tişt bi dest xistine. Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo rawestandina kuştinan û pêkanîna aştiyeke dadperwer, mayînde û bi rûmet.
Ji bo aştiyê pêwîstî bi rêkeftineke meqûl heye.”
Zelenskyy da zanîn ku wî derbarê geşedanên li eniyên şer û êrişên asmanî yên berdewam ên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê zanyarî dane Trump û wiha berdewam kir:
“Em li ser derfetên parastina asmanî axivîn û em li hev hatin ku em dê ji bo bihêzkirina parastina asmanê xwe bi hev re kar bikin.”
Zelenskyy her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku wan bi hûrgilî li ser zêdekirina derfetên pîşesaziya parastinê ya di navbera her du welatan de û berhemanîna hevbeş gotûbêj kiriye.
Serokê Ukraynayê destnîşan kir ku Ukrayna amade ye di van mijaran de rasterast bi Amerîkayê re projeyan pêk bîne.