Kurdekî Efxanî di dema serdana bo pêşangeheke wêneyan a li ser dîroka têkoşîna Kurdan a li Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê de got, bi sedhezaran Kurd li Efxanistanê dijîn.
Mihemed Nadir ku welatiyekî Kurd ê Efxanistanê ye, dema pêşangehê dibîne, dîroka koçkirina hin Kurdan bo Afxanistanê tê bîra wî û dibêje: “Kurd zû ve çûne Efxanistanê.”
Mihemed Nadir got jî: “Di sedsalên 13 û 14-an de Kurd li wir desthilatdar bûn. Bi diyarkirî, netewa me di serdema Ehmed Şah Abdalî de hatine Efxanistanê û li wir bi cih bûne.”
Got jî: “Hêvîdar im ku hûn birayên xwe yên Kurd yên li Efxanîstanê dijîn ku birayên we yên ji heman nijad û neteweyê ne, nas bikin û hûn wan wekî beşek ji miletê xwe yê mêrxas ku bi welatekî pir dûr ketine û bi salan e ji xwişk û birayên xwe dûr dijîn, bibînin.”
Mihemed Nadir got: “Zêdetir ji 350 hezar Kurdên Efxanistanê hemûyan zimanê xwe ji bîr kirine, hindik ji pîr û kalan heta radeyekê bi Kurdî diaxivin.”
Welatiyê Kurd piştî dîtina pêşangeha wêneyên documentary ya li ser dîroka têkoşîna gelê Kurd got: Her tiştê ku min li ser Kurdan bihîstibû û xwendibû, li vir diyar dibe. Min bi taybetî wêneyê Mela Mistefa Barzanî bavê birêz Barzanî dît. Min wêneyekî din dît ku behsa çanda Kurdan û têkoşîna wan dike. Jiyana miletekî mêrxas, li ser mirovên leheng, efsaneyên bêwêne, bi rastî ji me re hest û teşwîqek çêkir.”
Wênekêşê wêneyên documentary Yûnis Mihemed ê ji bajarê Hewlêrê, ji bo lidarxistina pêşangeheke wêneyan bi boneya ragihandina destexwişk Hewlêr û Neşville, ji bo Amerîkayê hatibû vexwendin û pêşangehek vekir.