Zanîngehek balkêş
Du sal berê hate damezirandin, niha 735 xwendekarên wê hene lê 440 mamoste ders didin.
Ne karê aqilan e jî, lê belê rast e.
Wezîrê Derya û Ragîhandinê Binali Yildirim gotiye ku jimara xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Katib Çelebî ya Izmirê ji bo xwendina sala 2012 û 2013an, jimara xwendekaran 735 û ya mamosteyan jî 440 eşkere kiriye.
Û Wezîr domandiye: Di nava van du salên bihurî de Zanîngeh bûye xwedanê 12 fakulte, 440 mamoste û 735 jî xwendekar.
Ev xeber xweşxeber e, lê belê li aliyê Bakûrê Kurdistanê jî gelek zanîngeh hatine damezirandin. Li van zanîngehên kurdnişîn jimara xwendekaran heta ku tu bêjî pir bûye, lê ne mamoste hene ku dersê bidsin û ne jî cihê ku xwendekar lê bihêwirin heye.
Her zanîngeheke ku li Kurdistanê vedibe, ne wek Zanîngeha Katib Çelebî bi şans e ku di nava du salan de bibe xwedanê 12 fakulte, 440 mamoste û 735 xwendekar, ew di nava salekê de dibe xwedanê bi hezaran xwendekar, lê dibe xwedanê 3-4 mamoste û 2-3 fakulteyên bêsûd.
Hêjayê gotinê ye ku berî desthelatiya AK Partiyê jimara zanîngehan li seranserê Tirkiyê 76 bû û bunce jî 250 milyon TL bû. Lê belê niha jimara zanîngehan li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê digel yên taybetî 168 e, budceya wan jî derketiye sê milyar Lîreyî.
Rojeva Kurd/Izmir