Polîtîk

Zanayên cîhana îslamî li Hewlêrê kom dibin

Rêveberê Ragihandina Wezareta Ewqaf û Karubarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku dû kongreyên ola îslamê li meha pêş de dê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bê sazkirin.

Merîwan Neqşebendî di ragihandinekê da sazkirina van her dû kongreyan de ragehand ku di destpêka meha pêş her dû kongre li dûv yek dê bêne sazkirin û got: Li rojên du û sê yê meha nîsanê Komeleya Ronakbîriya Kerkûk bi hevkariya Zanîngeha Germiyan li devera Kelar dê konferansekî li jêr nav û nîşanê tasawif û bandora wê ya di civaka Kurdewarî da saz dike, ku ji aliyê Şêx Mihemed Şakelî Serokê Komeleya Ronakbîriya Kerkûkê û Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê ya Karubarên Olî dê serpereştiya wê bike.

Her wiha di vê ragihandinê da Neqşebendî dibêje: Duyemîn kongre dê 4 heta 6 ê meha pêş de ji aliyê Yekîtiya Zanayên Olî li cîhanê û bi serpereştiya Dr. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya navhatî dê bête sazkirin. Her wiha balkişandiye ku ev kongre dê ji bo zanayên olî li navxweyî û derveyê welatê Iraqê li Hewlêrê be, ji bo vê meremê jî nivîsareka fermî pêşkêşî Ebdulla Se’îd Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê hatiye kirin.

Back to top button