CîhanRojev

Yûnanistan kampa „Lavrion“ digire

 

Biryar hat girtin ku kampa Lavrîonê ya li Yewnanîstanê gav bi gav bê girtin.

Kampa Lavrîon di jiyana koçber û penaberên salên 80 î de rolek sereke dilîze. Ji salên 80î û heta niha gelek koçber û penaberên Kurd di kampa Lavrîonê de mane û ji wir derbasî welatên din bûne. Penaberên siyasî jî tê de, kampa Lavrîonê ji gelek Kurdan re malxwêyî kiriye. Ji ber ku kampa Lavrîonê ji Kurdan re malxwêyî dikir, ji alî dewleta Tirk ve wek „kampa terorîstan, hêlîna terorîstan“ dihat rexnekirin û ji ber vê jî dewleta Tirk zirt û zixt li hikûmeta Yûnanistanê dikirin.   

Di nûçeya rojnameya Kathimerini de hat ragihandin ku Wezareta Koç û Koçberan wê kampa Lavrion a ku girêdayî Şaredarîya Lavreotiki ya Herêma Attîkayê ye, ji ber rewşa xirab bigire.  Li gor vê yekê, rayedarên Şaredarîya Lavreotikî di meha Kanûnê de bi wezaretê re têkilî danîbûn û bal kişandibûn ser wê yekê ku avahîyên îhmalkirî yên li kampê nikarin li hember erdhejek nerm jî li ber xwe bidin. Li aliyê din dewleta Yewnanîstanê di navbera salên 2016-2017an de fînansekirina xebatên avakirin û temîrkirina kampê rawestandibû. Di raporê de her wiha hatiye destnîşankirin ku kamp ji wê demê ve bi piştgirîya gelek rêxistinên sivîl xebatên xwe dimeşîne û dewletê mudaxeleyî rêveberîya kampê nekiriye.

Tirkiyê gelek caran îdia dikir ku ev kamp ji alîyê rêxistinên wek PKK,YPG, DHKP-C û gelek rêxistinên din ve ji bo perwerdekirina çekdaran hatiye bikaranîn û Yewnanîstan jî bi wê yekê tohmetbar dikir ku rê li ber vê yekê negirtiye. Rêveberîya Atînayê jî gelek caran ev îdiaya dewleta Tirk red dikir.

 

Back to top button