Polîtîk

YNKê ji bo posta wezîrê pêşmerge 7 kandîd hene

Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) heta niha nkare di nava xwe li ser destnîşankirina berbijêran ji bo postên di kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê re diyar bike û her diçe û ew nakokî kûrtir û berfirehtir dibin.

Destpêkê nakokiyên nava YNKê li ser destnîşankirina kandîdê/a serokê/a parlamentoya Kurdistanê bû. YNKê du kanîd ji bo serokê parlamentoyê hebûn; Rêwaz Fayîq û  Bêgerd Talebanî û bask û grûpên nava YNKê kir-nekir û heta niha nikarîne li ser destnîaşnkirna yek kandîd li hev bikin û ji bin vî barî derkevin.

Niha posta wezîrê pêşmerge nakokiyên nava bask û grûpên YNKê kûrtir kirin û li gor malpera Peyspress posta wezîrê pêşmerge nakokiyan di nav bask û grûpên YNKê dirust dike û 7 kes ji bo bidestxistina wê postê rikaberiyê dikin.

L gor zaniyariyên wê malperê her yek ji; Mehmûd Sengawî, Mistefa Çavreş,  Saman Germiyanî, Cebar Yawer, Ednan Hemey Mîna, Sîrwan Kwêxa Necim û Cafer Şêx Mistefa daxwaza posta wezîrê pêşmerge dikin.

Ev 7 kandîdên ji bo posta wezîrê pêşmerge bi ser bal û girûpn YNKê dabeş bûne û her balek dixwaze kadîdê xwe bide pêş û serbixe.

Beşk ji wan berbijêran hişdariya daye serokatiya YNKê ku eger ew bên îhmal kirin dê pirsgirêka çê kin.

li gor lihevhatina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê  posta wezîrê pêşmerge digel 5 wezaretên din ji bo YNKê yekalî bûye, lê hêşta YNK di nav xwe de nikariye lihev bikin li ser yekalîkirina posta serokê Parlamentoya Kurdistanê di navbera Rêwaz Fayêq û Bêgerd Talenbanî da, gelo ew dê çewa posta wezîrê pêşmerge di navebera 7 kandîdan da û 5 wezaretên din safî bikin.

Back to top button