Polîtîk

YNK û kampanyaya li dijî serxwebûnê

Ev heyameke Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dest bi kampaniyayeke li dijî swerxwebûn û îlankirina dewleta Kurdistanê kiriye. Herdema mijara referendum û serxwebûna Kurdistanê di rojeva Kurdistanê de gerim dibe, YNK kanalên xwe yên ragehanidnê li dijî pirojeya referendum û îlankirina dewleta Kurdistanê bikartîne û hijmareke endamên serkirdayetiyê, nivîskar û kadiroyên YNKê bi nivîs û daxuyaniyan li dijî derdikevin û tekîdê li pêkvejiyan adigel Bexdayê dikin.Berî çend rojekan Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di hevoeyvîneke xwe de eşkere kiribû ku di nava îsal de dê referenduma serxwebûna Kurdistanê bê kirin. Piştî vê daxuyaniya serokwezîr careke din ragehandina YNKê dest bi nivîs û daxuyaniyên li dijî referendumê kirin.Gelo çima YNK li dijî dewleta Kurdistanê ye,di demekê de ku di destûra wê jî de mafê çarenivîs heye. Li gor tê zanîn YNK li ser daxwaza Îranê vî karî dike û dibin zixta Komara Îslamiya Îranê YNK dixwaze vegere Bexdayê.

Back to top button