YNK: Me li ser hikûmetê lihev kiriye
Berdevkê Polîtburoya YNKê Seidî Pîre derbarê hewlên jihevnêzîkbûna PDK û YNKê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku vê hefteyê ya destpêka hefteya bê dê herdû alî civîneke girîng lidar bixin, ku ji bo avakirina hikûmetê lihev kirine.
Seidî Pîre ji malpera KDP.info re ragihand: “Dawiya vê hefteyê yan destpêka hefteya bê dê herdû şandên PDK û YNK bicivin, ez piştrast im ku ew civîna siyasî bi awayekî birayetî birêve biçe, lê divê kadirên herdû partiyan ha ji axaftinên xwe hebin û hewl bidin nakokiyên siyasî kêm bibin, da ku encamên wê civînê baş bin.”
Pîre wihe got: “Derbarê nakokiyên Hewlêr û Bexdayê de û xalên destûrî yên ku nehatine cîbicî, divê bi rêya gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de ew made bên aktîvkirin. Herwiha ji bo cîbicîkirina wan madeyan pêwîstî bi yekrêziya niştimanî ya Kurdistanê heye.”
Berdevkê YNKê wiha domand: “PDK û YNK li ser pirsa avakirina hikûmetê lihev kirine, ku çend giriftên kêm mane ku ew jî bên çareserkirin. Derbarê pirsên Kerkûk û Bexdayê de jî em hewl didin li ser wan pirsan xwedî nêrîneke hevbeş bin, ku em herdû alî berdewam hewl didin ji bo çareserkirina wan pirsan.”