Polîtîk

YNK: Li Silêmaniyê em yekemînin

Partiyên Herêma Kurdistanê, bendewariya ezmûneke mezin dikin, lê radeya dudiliuê li cem alên kesk zêdetir e. Çiku di rewşeke siyasî de ye ku danasîna wê hinekî dijwar e, biryar e ku bi tenê biçin nav odeya ezmûnan.

Endamên lîsteyên cuda cuda yên encûmena parêzgeha Silêmaniyê, pêşbîniyê dikin ku hilbijartinên bê bi berberiyeke germ û bêwêne bên xemlandin. Çiku wek endamê serkirdayetiya Komela Îslamî û endamê encûmena parêzgeha Silêmaniyê Ehmed Reşîd, got “Di vê hilbijartinê de terazûya hêz û formîlan tê guhartin.”

Goran 9 kursiyên YNK bir

Ehmed Reşîd dibêje nûtirîn zanyarî ji çavkaniyeke cihê baweriyê bi dest ketiye ku YNK di vê demê de hejmareke pisporên hilbijartinê anîne û li hokarên kêmbûna dengan li Silêmaniyê lêkolîn dikin: “Li gor wan derket ku di hilbijartina tîrmeha 2009 de, Goran 9 kursiyên YNK biribûn, YNK niha baweriya wan wiha ye ku di hilbijartina vê carê de dikarin 16 kursiyan bi dest bixin.”

Navbûrî got, YNK gelek kar li ser wan hejmar û kêmasiyan kiriye û naxwaze eşkere bike, herwiha got niha YNK ji Goran natirse wek hilbijartinên derbazbûyî, bixwe baweriyek jî heye: “YNK piştrast e ku Goran nikare 25 kursiyan bi dest bixe.”

Lê endama lîsta kesk li encûmena parêzgeha Silêmaniyê, Sûad Îsmaîl, red kir ku bi zimanê hejmaran pêşbîniyên xwe bide û tenê got “YNK baş kar kiriye li ser vê hilbijartinê û pêşbînî dikim ku wê dengên baş têxe dest xwe.”

Bi baweriya navborî de, baştirîn rê ji bo YNK ew e “Tenê beşdarî hilbijartina bibe.” Yek din ji sûdan ku partiya wê bi tenê dakeve hilbijartina wiha şîrove kir û got “Li wir wê  giraniya xwe bi rastî bizanibe û YNK û PDK jî ewqas minetê bi serhev de nakin.”

Hilbijartinên encûmena parêzgehan sala 2005 hatin sazkirin. Dem û şûna wê çaxê cuda bûn. Li gor wê ew dem ne opozisyon hebû ne jî lîsta hevbeş hebû, 41 kursiyên Silêmaniyê bi vî rengî bûn (28 YNK, 5 PDK, 5 ji bo Yekgirtû û 3 ê kî Komel.) Piştî wê jî, bi cudabûna Goran ji YNK, 15 kursiyên lîsta kesk bûn nîlî (ango ji Goran re çûn.)

Bi hevpeymanî opozisyon dibe pirranî

Gotineke din jî heye derheqê pirranîbûnê li Silêmaniyê. Serokê lîsta Yekgirtûya Îslamî, Kurdistan Sêwkanî, dibêje “Ger her sê aliyên opozisyonê piştî hilbijartinê hevpeymanî pêk bînin, bê guman YNK û PDK dibin kêmanî li Silêmaniyê.”

Li gor serjimêriya hilbijartinê, rûniştiyên Silêmaniyê yek milyon û 800 hezar kes in û li hilbijartina vê carê hejmarên kursiya li Silêmaniyê kêm dibe ta 32 kursiyan, wate her kursiyek 200 hezar dengî divê.

Yekgirtûya Îslamî niha 5 kursî di dest de ye, ku ji sedî 10ê dengan dike. Sêwekanî pêşbînî li dengên Yekgirtûya Îslamî dike û dibêje li gor wê serjimêrî û zaniyariyên ku gihiştine me “Rêjeya endamên me zêde bûye û li gor wê, ji 32 kursiyên siberojê emê 5 kursiyên xwe biparêzin.”

Berî demekê, emîndarê Yekgirtû yê barê, Selahedîn Mihemed Behadîn, got “Dengê îslamiyan zêdetir dibe, lê ne bi rêjeyeke pirr”, lê Ehmed Reşîd dibîne ku rêjeya îslamiyan li Silêmaniyê ber bi ji sedî 20 bilind bibe. Derbarê Komela Îslamî jî got: “Wê 4- 5 kursiyan bi dest bixin.”


Goran li Silêmaniyê ji sedî 38 tîne

Tevgera Goran, ku hertim sirûşa xwe ji 25 tîrmeha 2009 digre û wek “rojeke dîrokî” lê dinêre, tenê daxistina YNK jê re bûye serêşî. Çiku ev derfeteke di destê YNKê de ji bo ji  endamên xwe yên dilşikestî re bêje ez ji PDK cuda bûme. Lê li gor serokê encûmena parêzgeha Silêmaniyê Cebar Celal, “Bi tenê beşdariya YNK, tiştekî naguhêre.”

Navborî dibêje ew ne xaleke dilxweşker e ji bo YNK, li wê gorê berê bi PDK re yek bûn, her alîkî deng bo endamên xwe kom dikir “Ger kombûna dengên Goran egerek be, zêdebûna wan jî eger e.”

Cebar Celal pêşbînî kir ku tevgera Goran di wê hilbijartinê de “Ji sedî 38ê dengên Silêmaniyê bistîne, baştir e hilbijartin bi xwe biaxive.”

PDK: Emê ji sedî 15 bînin

Her çiqasî Komel û Yekgirtû, çarenivîseke baş di hilbijartina siberojê de ji bo PDK nabînin, pirr caran jî dengên PDK ê li Silêmaniyê wek “rêjeya neguhêr” bi nav dikin, lê serokê lîsta PDK li encûmena parêzgeha Silêmaniyê Hoşyar Sedîq, dixwest bi geşbînî wan nêrînan ne rast derxîne: “Wê dengên me ji berê baştir bin.”

Navborî dibêje di wan hilbijartina de dikarin hejmara dengên xwe bilind bikin heta ji sedî 15an, lê “hinekî karkirin pêwîst e li Silêmaniyê.” Dema PDK vegeriya parêzgeha Silêmaniyê di sala 2004 de, di hilbijartina saleke paştir de 82 hezar dengên wê parêzgehê bir, lê pişt re dengên wê wek xwe man.

Newzad Mehmûd

Back to top button