Polîtîk

YNK ji bo rekeftina li gel PDKê amade ye

Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) roja 16.02.2019ê li Silêmaniyê li ser rêkeftina siyasî ya ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û berbijêrê xwe ji bo postê Serokê Parlementoya Kurdistanê destnîşan bike bi amadebûna Cîgirê Giştî yê YNKê û Cîgirê Duyem Berhem Salih civiya.

YNKê piştî civîna li ser erêkirina lihevkirina di navbera wan û PDK’ê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate xûyakirin  ku ew pabendê bi peymana di navbera wan û PDKê de ya ku di 5ê Sibata 2019an de, hatî îmzekirin in.

YNK berdewamiya daxuyaniya de dibêje: “YNK ji bo li hevkirinek siyasî ku mijarên Kurdistan, Kerkûk û Iraqê di nav de amadeye. Ev yek jî ji bo bi pêkanîna yekitiya aliyên Kurdistanê û ji bo ku xizmeta gelê Kurdistanê ye.”

YNKê herwiha destnîşan kir ku ji niha û pêve çi pêngavek bê peymana siyasî ya aliyan, bê avêtin, dê xizmeta gelê Kurd neke û dibêje: “Herêm di nava guhertinê deye. Ji bo vê jî divê hemû alî li dijî metirsiya li ser berjewendiyên gelê me, yekrêz bin.”

Civîna Polîtburoya YNK piştî wê yekê hat ku duh ligel Partiya Demokrata Kurdistanê civiya û li ser wê projeya siyasî li hev kirin ku ji piştî hilbijartinên parlementoyê ve kar jê re dikin.

Back to top button