CivakRojev

YNK hewl dide Silêmanîyê ji Herêma Kurdistanê veqetîne

Parlamenterê PDK yê Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî, ragihand ku YNKê di dema danûstandinên bûdçeyê de hewl daye Silêmanîyê ji Herêma Kurdistanê cuda bike.

Şêrwanî amaje bi wê yekê kir, ku wan desttêwerdan di madeyên 13 û 14 de kirine û ev jî metirsîyê li ser statu û dahata darayî ya Herêma Kurdistanê çêdike.

Piştî gotûbêjên dûvdirêj yên darayî û siyasî, roja pêncşema borî danûstandinên bûdceya darayî ya federalî ya sala 2023, 2024 û 2025 li Parlamentoya Iraqê dest pê kir.

Di rûniştina di bin serokatîya Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî de hat lidarxistin de, madeya 14 a derbarê dahata petrolê ya Herêma Kurdistanê û kontrolkirina wê ya ji alîyê Bexdayê ve hat gotûbêjkirin.

Ji bilî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser hin beşên gotarê ku ji alîyê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Civaka Dadwerîya Kurdistanê (Komel) û Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) ve li dijî wan derketibûn, hat gotûbêjkirin.

Pêşnûmeya ku ji alîyê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ve hatibû destekkirin, piştî guhertinên dawî ji alîyê pêkhateya parlamentoyê ve hat qebûlkirin.

Parlamenterê PDK Sîpan Şêrwanî, piştî hevdîtinên ku heta saet 02:30ê sibehê dewam kirin, civînek çapemenîyê li dar xist û diyar kir ku YNK li dijî hemû partîyên Kurdistanî hewldanek nedestûrî daye ku Silêmanîyê ji Herêma Kurdistanê cuda bike.

Şêrwanî ev daxuyanî da: “Ez dixwazim li vir diyar bikim, hewldanên ku dahatên Silêmanîyê bixin ser hesabên xwe û wek berê wek ku dixwazin bikar bînin, bi ser neketin. Wek tê zanîn YNK berê razî nebû ku dahata Silêmanîyê radestî hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin. Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû dahata petrolê ku ji sedî 81ê dahata wê ya darayî pêk tîne, ji bo mûçeyên karmend û karmendên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebîeyê xerc kiriye. Hikûmet dahatên ku ji çavkanîyên neftê bi dest dixe, ku ji sedî 19ê dahatê digre, ji bo xizmeta xelkê Herêma Kurdistanê xerc kir. Lê YNK yek dolar jî ji dahata neftê ya Herêma Silêmanîyê nedaye hikûmetê”. Şêrwanî got: “Ev helwesta YNKê ji bilî têkbirina yekrêzîya navbera Kurdan ti armancek din nake. Hikûmetê ev daxwaz qebûl kir, lê îro hewl dan ku xwe rasterast bi navendê ve girê bidin. Ji bo terxankirina bûdçeya Silêmanîyê bi rêya peywendîya rasterast bi Bexdayê re kar kirin. Lê me ev lîstik betal kir”.

Sîpan Şêrwanî, da zanîn ku madeyên 13 û 14 yên bûdçeyê bi awayê dawî heta radeyekê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê garantî dikin û got: “Li vir carek din tekez dikim; Tişta ku YNK kir karekî nebaş û ne destûrî bû. Lê bi xêra wan kesên ku dilê xwe didin gelê Kurd, bi taybetî jî PDK, statuya Herêma Kurdistanê tê paraztin û kes nikare wê ji hev qut bike”.

Back to top button