Cîhan
Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Komkujiya Helebçeyê şermezar kir
Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB)li ser hesabê Twîtterê (TBB) jenosîda Helebçeyê şermezar kir û got: “Em kesên di Komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin”.
Di peyama Yekîtiya Baroyên Tirkiye (TBB) de weha hat gotin:
“Komkujiya Helebçeyê wek rûpelek şermê ket dîrokê û bû sedema mirina mirovên ku piraniya wan jin û zarok bûn û bi deh hezaran birîndar û şehîd ketin. Emê li dijî hemû binpêkirinên mafên mirovan paraztina hiqûq û mafê jiyana li gor rûmeta mirovan bikin”.