Yekêtiya Ewropa: Serdana Barzanî pêngavek giring bû
Berpirsa têkeliyên derve ya Yekêtiya Ewropayê di hevpeuvîneke xwe de dibêje ku, serdana Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo Amedê pêngaveke giring bû û wê serdanê ”em kêfxweş kirin.”
Katerîn Aşton berpirsa peywendiyên derve ya Yekêtiya Ewropayê di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Akşam a tikrî, dibêje ku, serdana Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û serdana Receb Teyb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê bo Amedê ”Em kêfxweş kirin û em bi hemû awayan piştgiriya Tirkiyeyê dikin ku, mafê kurdan bide, ji ber ku hem bo Tirkiyeyê û hem jî bo herêmê karek erênî dibe.”
Berpirsa têkeliyên derve ya Yekêtiya Ewropayê dibêje ku, pêngavên Tirkiyeyê bo çareserkirina doza kurd û dabîn kirina mafên kulturî bo gelê kurd ”me kêfxweş dike û em hêvîdar in ew pêvajo hemû warên din jî bigire navxwe.”
Serdana Dawudoglo wezîrê derve yê Tirkiyeyê bo Bexdayê û serdana Barzanî bo Amedê ji bo Yekêtiya Ewropayê giringe û başbûna têkeliyan di navbera her du aliyan de karekî giringe dizane Yekêtiya Ewropayê.
weke tê zanîn 16ê vê mehê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser vexwandina serokwezîrê Tirkiyeyê, bi awayekî fermî serdana Amadê kiribû.