Cîhan

Yekem kurd e di tim a netewî de dileyze

Jiloan Hamad yekem kurd e ku di taximê netewî yê Swêd de dilîze

Taximê futbolê yê Swêdê  li hember Îngiltere maçek dostanîyê dilîze.

Maç li saheya Stockholmê ya nû ya bi navê Friends tê lîstin. Ji bilî ku sahe nû ye antrenorê Swêd Erik Hamrén gelek nûbûn di taxim de jî kirine û gazî du lîstikvanên gênc kiriye. Yek ji lîstikvanan Jiloan Hamadê kurd e û bi vî awayî cara yekem kurdek di tîma netewî ya Swêdê ya futbolê de cî digre.

Jiloan Hamad kî ye?

Jiloan Hamad 1990î de li paytexta Azerbeycan Baku ji dayîk bûye.

Ew kurê pêşmergeyekî ji başûrê Kurdistanê ji Ranya ye û dayîka wî Qeladizê ye.

Di 1992ê de Jiloan bi malbata xwe re tê Swêd û li bajarê Örebro mezin dibe.

Ji 2008ê ve ew di Malmö FF de dilîze û herwiha  kaptenê taxim e.

Jiloan 173cm dirêj e. Ew piranî li orta sahê dilîze û yekem kurd e ku di taximê netewî yê Swêd ya futbolê de cî digre.


 Beşir Kavak/Zayele

Back to top button