Li jêr çavdêriya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, Zanîngeha Kasolîkî, roja 08.12.2015ê li taxa Enkawe li bajarê Hewlêrê hat vekirin û dê îsal dest bi wergirtina xwendekaran bike. Ev yekem zanîngeha Kasolîkî ye li asta Rojhilata Navîn tê vekirin.Di merasima vekirina zanîngeha Kasolîkî de, Mihsin Dizeyî nûnerê serokê herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, Yusif Goran wezîrê xandina bala û lêkolînîn zanistî û hijmareke berpirsên hikûmetê amade bûn, metran Beşar Werde serokê kenîseya kildaniydan li Hewlêrê di axavtinekê de kêfxweşiya xwe li hemebr vekirina unîversîteya navborî diyar kir û got ku vekirina unîversîteya Kasolîkî ji bona zêdetir nasandina Hewlêrê û herêma Kurdistanê weke herêmek aram, giring û pîroza deverê derfetek e, bi taybetî piştî wan karesatên bi ser pêkhateya mesîhîyan de hatine li Deşta Neynewayê û deverên din li ser destê terorîstên DAÎŞê. Wî got jî ku ev zanîngeh dê bibe sedemk din ku êdî mesîhî bo derveyî welat koç nekin, dê bibe navendek ji bo parastina kerameta mesîhîyan û parastina jiyana wan.Werde di berdewamiya axavtina xwe de got ku zanîngeha Kasolîkî dikare mifay ji 215 zanîngehên Kasolîkî li zêdetir ji 65 welatan li sertaserî cîhanê werbigire û ew ji bo hemû xwendekaran vekiriye û cudahiyê navbera tu kesan de nake, herwesa wî sipasiya serokê herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê ji bo piştevaniya wan kir.
Yusif Goran wezîrê xandina bala û lêkolînên zanistî yê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de îşaret bi wê yekê kir ku bi vekirina zanîngeha Kasolîkî hijmara zanîngehên ehlî li herêma Kurdistanê digehe 15 zanîngeh û 7 peymangehan. Wî got ku herêma Kurdistanê şanaziyê bi wê yekê dike ku yekem car li Rojhiltana Navîn zanîngeha Kasolîkî li herêma Kurdistanê hat vekirin û ev yek jî wê yekê nîşan dide ku herêma Kurdistanê pirensîpên pêkvejiyanê diparêze û giringiyê pê dide.Zanîbgeha navborî dikeve taxa Enkawayê li bajarê Hewlêrê û ji fakulteyên kargêrî, teknolojiya zaniyarî û zimanên rojhilatî pêk tê li gor standardên navdewletî hatiye avakirin û bêcudahê dê xwendekaran werbigire û aramnca serekî jî parastina pêkvejiyana navbera hemû pêkhateyên deverê ye.