Cîhan

YE tenê bala Tirkiye kişand

Serokên welatên Yekitiya Ewropa li Brukselê civiyan,di rojeva civînê de xaleka girîng jî sizadana Tirkiye bû. Lê biryara yekitiya serokên Ewropa wek balkêşekî ji bo Tirkiye hate nirxandin. Sizayên ji bo Tirkiye heyî biçekî din berfireh kirin.

Daxûyaniya encama civîne de hatî ragihan din de dibêje: Tirkiye bi kiryarên yekalî provakasyona dike,divê keştiya Oruc Reîs vegere Antalya.Ji bo nakokiya navbera Tirkiye û Yunanistanê de kêm bibe divê hevdîtin destpêbikin.

Berdewamiya daxûyaniyê de YE dibêje: Divê Tirkiye niyeta xwe ya ku bikeve di nava welatên Yekitiya Ewropayê de bide xûyakirin.Nakokî û problemên heyîn pêwiste li gora hukuka navdewletî bêne çareserkirin Eger Tirkiye vê yekê bipejirîne ,hêja rojeva Tirkiye ya tevlîbûna YE li ser masê dimîne. YE rêya diyalogê li gel Tirkiye girîng dibîne.

Herweha YE dibêje gerek Tirkiye heta meha Adara 2021ê xwe serast bike, wek din dê sizayên giran bikevin rojevê de.

Fransa û Yunanistan dixwestin ku sizayên giran li himber Tirkiye bêne danîn.

Back to top button