xwepêşandanên rojhilatê Suriye dikare planên Amerikayê têk bide
Rojnameya Washington Post di derbarê rewşa li rojhilatê Suriye rûdide nûçeyek belav kir. Dibêje ku; li rojhilatê Suriye protestoyên li dijê HSDê têne kirin , dikare planên Amerikayê li vê deverê têk bibe.
Washington Post di nûçeya xwe de dibêje:
“ Hevdîtinên navbera HSDê û hêzên xwecihî de pêşve naçe, ev yek dibe sedema ku HSD li deverê tê protesto kirin. Protestoyên çêdibin dikare bibin destpêka îsyanekî berfireh li himber Hêzên Suriya Demokratîk.“
“Protesto li himber vê hêza ku Amerikayê sala 2015ê ji bo şer li dijê DAÎŞê bike çek kirî gelek cara hatine kirin. Eve demekê hinek aliyên DAÎŞÊ yên weşartî car carê êrîşê HSDê dikin. Artêşa Bişar Esad sund xawriye ku hemû deverên di bin kontrola HSDê de ji wan bistînin û bêxin di bin kontrola rejimê de. Tirkiye jî çav berdaye herêmê û Tirkiye HSDê wek hêzek terorist dibîne.“
“ Eve du salin HSD li herêmê dimîne. Lê heta niha nekariye xwe li xelkê Dêre Zorê bide qebûl kirin, rewş xirabe, sutemenî tuneye, gelek tawan dibin,xizmetguzarî qet tuneye, herweha tirs heye ku hêjmara kurda li herêmê zêde bibe. ji bo van sedeman xelkê deverê HSD hêdî naxwaze.“
“ Her çikas HSD ji hêzên Ereb, Xirîstiyan û Kurda pêkwerê jî giranî ya Kurdane. Hinek xwepêşandan îdia dikin ku HSD deverên di bin kontrola xwe de petrolê difroşe rejimê.“
“ Xelkê Derê Zorê didin xûyakirin ku HSD bi zorê ciwanên deverê dibe eskeriyê. Ev yek jî wan gelekî ne rihet dike. Di hinek weneyên xwepêşandana ku di medya civakî de hatine belav kirin, xwepêşander dibêjin em dagirkirina Kurda naxwazin.“
“ Siyasetmedarê ji Suriye Bassam Barabandî ku li Wahingtonê dimîne dibêje: Xizmeta ku li deverê heyî tu pêdivîyên xelkê pêknayne. Hêviya xelkê ji rejimê jî tuneye û li dijê rejimêne. Ji bo vê xelk dixwazin ku Amerika di vê derbarê de ji bo wan hinek gava bavêje. Hêviya xelkê ji Amaerikayê eve.“
“ Xelk dixwazin ku, girtiyên di destê HSDê de bêne azad kirin û hêdî petrola li herêmê heyî nefroşin rejimê. Xelk naxwazin ciwan herin leşkeriya icbarî. Xelkê Dêrezorê dibêjin ku divê giraniya xelkê deverê di nava HSD de zêde bibe û pêdivîyên wek elektrîkê û sutemaniyê bêne cih bi cih kirin.“
Rojevakurd