Xwepêşandaneke mezin li Swêdê tê amade kirin
Li dijî êrîşên balefirên şerî yên Tirkiyeyê û topbarana topxaneya komara Îslamiya Îranê bo ser gun û warên ser sînor li nav axa herêma Kurdistanê û ji bo çareserkirina pirsa kurdî bi rêyên aşitî, kurdên Swêdê dê li roja yekşemiyê 04.09.2011ê li navenda bajarê Stockholmê li meydana Sergelstorg xwepêşandaneke mezin bikin.
Komîteya amadekar ya xwepêşandanê daxazê ji hevwelatiyan dike ku hemû bi alayê Kurdistanê beşdariyê di xwepêşandanê de bikin.
Yekşem, 4/09-2011
Saet 12.30
Li Sergelstorg/ Stockholm
Ji bo sekinandina şer û çareseriya pirsa Kurd bi riya aşitî dengê xwe bilind bikin!
Amadekar:
FKKS- Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
HEVKARI- Hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê
IKS- Insîyatîva kurd li Swêdê
Hevkar:
EKSS- Encûmena Kurdên Sûrîye li Swêdê
YJKS- Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Swêdê