Polîtîk
Xwepêşandana Hewlêrê bi şer bi dawî hat (WÊNE)
Duhî li bajarê Hewlêrê li dijî êrîşa belefirên Tirkiyeyê bo ser gundiyên herêma Şirnexê û kuştina 35 hevwelatiyên sivîl û bêdesthilatên kurd, xwepêşandanek hat saz kirin.
Di xwepêşandanê de hikûmet û desthiladarên Tirkiyeyê hatin şermezar kirin. Lê paşî xwepêşandan ber bi şidetê çû û hindek ji xwepêşanderan êrîşî polîs kirin û hêzên polîs û asayîşê berbaran kirin.
Weke tê zanîn yên ku bi keviran êrîşî polîs û asayîşê kirîn bi alayê PKKê û wêneyên Ocelan bûn.