Xwedêgiravî dixwaze bibe serok
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyma xwe ya bi minasibeta sala nû de behsa pirsa serokatiya herêma Kurdistanê kiribû, daxwaz ji aliyên siyasîyên başûrê Kurdistanê kiribû li hev bicivin, dawiyê bi vê pirsê bînin û êdî bila kes ji vê pirsê ji bona armancên xwe yên hizbî û şexsî îstîfade neke û ji bo meremên xwe yên taybet bikarneîne. Serok Barzanî, ji bona çareserkirina pirsa serokatiyê çend pêşniyar dabûn aliyên siyasiyên başûrê Kurdistanê û gotibû:1- Xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê amade bikin û bila gel biyar bie.2- Kesekî ku hûn jê razî bin ji bo wergirtina posta serokê herêma Kurdistanê destnîşan bikin ku heta hilbijartinên sala 2017ê wezîfeya serokê herêma Kurdistanê bigre ser xwe û ez jî dê bi her awayî piştgiriyê lê bikim.3- Yan jî biryarê li ser wê yekê bidin ku heta hilbijartinên sala 2017ê rewş weke xwe, weke heye, bi awayê nuha bimîne.Serok Barzanî roja 26ê vê mehê digel hemû partiyên siyasiyên başûrê Kudistanê (ji bilî tevgera Goran û Komela Îslamî) civiya û careke din ew pêşniyarên xwe dubare kiribûn.Qadir Ezî sekreterê partiya Ayînde, ji ber ku partiya wî bi fermî nehatiye damezrandin nikarî beşdarî civîna bi serok Barzanî re bike, li malpera xwe ya Facbokê nivîsiye ku ew dixwaze bibe serokê herêma Kurdistanê.Ê mamo kes te nas nake, cemawerê te nîne, te yek kursiya parlamentoyê jî nîne, partiya te bi cemawer û polîtbûro ve ji te veqetiyaye û tu bi tena serê xwe mayî û te ji xwe ra partiyek damezrandiye, kes ji tera nabêje merheba, te nekarî partiya xwe îdare bikî ma tu dê çawa miltekî îdare bikî û mafên wî biparêzî.