Civak

Xwe û mamosteyê xwe yê amerîkî kuşt

 

Duhî xwendekarekî dibistana Mîdya ya bajarê Silêmaniyê mamostayê xwe yê amerîkî bi demanceyê kuşt. Piştre jî fîşekek li serê xwe da û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Di vê derbarê de rêveberê perwerdeya Silêmaniyê Kemal Nûrî ji Rûdawê re got: “Ew xwendekar li dibistana Mîdya ya nimûneyî bû. Gule li mamostayê xwe reşand ku, navê wî mamostayî jî Jeremiah Small e. Piştre jî wî xwendekarî guleyek li serê xwe da.” Nûrî got: “Me beşa yasayî ya perwerdeya xwe ji wê dosyeyê agehdar kiriye, polîs û asayîş jî bi bi bûyerê ve mijûl in.”

Li gor agehdariyan, xwendekarê bi navê Serwer Reşîd (18) piştî ku gule berda xwe, ji bo nexweşxaneya Lihewarçûnê ya Silêmaniyê beşa çavdêriyê hatiye veguhestin. Lê ji ber birîna wî giran bû,  jiyana xwe ji dest da.

 

Back to top button