Xwe nexapînin
DYA dixwaze li Kurdistana Rojava di nava aliyên kurdî de yekitiyek pêkwerê. Lê ji aliyek din ve jî Amerika naxwaze girêdana PYDê li gel PKKê bimîne. Ji bo yekê jî têzanîn ku pêwendiyên Amerika li gel ENKS û herweha li gel YPGê hene.
Ji aliyek din ve , niha Fransa dixwaze navçitiyekî navbera ENKSê û PYDê de bike da ku bikaribin yekitiyekî ava bikin.
Di derbara pêşniyara Fransayê de ji berpirsê ENKSê û endamê mekteba siyasî ya PDKSê Mihemed Ismail di daxûyaniyek ya xwe de dibêje: Fransa hewl dide ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê ENKS û PYD nêzikî hev bike. Ji bo vê pêngavê em wek ENKS jî piştgiriyê li Fransa dikin û em pê re ne. Her ji serî de em dixwazin navbeynkareke navdewletî têkeve navbera me de.Em bi erênî wê pêngavê dibînin, lê em nizanin qonaxa praktîkî ya destpêşxeriyê dê çawa be. Bedîlê lihevkirinê li cem me û PYDê tune ye. Bi nêrîna me nabe êdî gelê Kurd bibe qurbanî siyaseta şaş û hêj koçber bibin.
Wek tê zanin ji berî niha 3 cara ENKS û PYD hatine ba hev, li hevkirine û peyman îmze kirine. Hersê li hevhatin jî di çavderiya serok Barzanî de pêkhatine. Lê mixabin ji bo helwesta PYDê ev li hevhatin neketine jiyanê.
Sedema bingeh ku PYD nikare yan jî naxwaze hevkariyekî bike û desthilata ku heyî li gel aliyek din par bike, ev siyaseta PKKê ye. PYD siyaseta PKKê bi rêve dibe û baskê PKKê li rojavayê Kurdistanê û Suriye ye. Heta ku PYD siyaseta PKKê rêvebibe û wek aliyek yê PKKê tevbigere û fermana xwe ji Qendil bistîne nikare li gel tu aliyekî hevkariya bike.
Ji bo hevkariya li rojavayê Kurdistanê yek rê heye ku, PYD xwe ji PKKê bişû, li gora mercên rojavayê Kurdistanê siyaseta xwe destnîşan bike û berê xwe bide rastiya welatê xwe û bibe rêxistinek Kurdistanî. Ji vê pêve ne PYD û ne jî ENKS bila xwe nexapînin û behsa tu hevkariya nekin.