Xiyaneta we hinde mezine şerme êdî ez YNK bim
Berpirs Malbenda 9 ê Şarezûrê YNK: Piştî radestkirina Mistefa Selîmî bi Îranê êdî YNK yî bûn şerme, ji bo wê yekê dest li kar dikêşim
Piştî ku bi biryara Hevserokê YNK Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Mistefa Selîmî ku piştî ji zîndana Seqizê reviyabû û wî radestî Îranê kirin, Cemîl Hewramî Endamê berê yê Serkirdayetiya YNK û Bepirsê Malbenda 9 ê Şarezûr dest ji karkişandina xwe ya ji YNK ragihand.
Li gor zanyariyên Dezgeha Medyayî ya Xwakurk ku ji kesekî nêzîkî Cemîl Hewramî Endamê berê yê Serkirdayetiya YNK ragihandiye, Cemîl Hewramî piştî çendîn salan ji nav rêzên YNK ji ber radestkirina Mistefa Selîmî bi Îranê wekî helwest wergirtinek dest ji karkişand û bi YNK ragihandiye ku xiyaneta we hindî mezin bû şerme êdî ez YNK bim.
Berpirsê Malbenda 9 ê Şarezûr ragihandiye siyaseta YNK ji rêbaza Mam Celal derketiye û ketiye destê komek kesan ku serma û germayê nedîtine, ji bo wê yekê li rûdana 16 ê oktober ya Kerkûkê û radestkirina Kurd bi dijminan êdî zêdetir tiştek ji wan nayê çaverê kirin.