PolîtîkVîdeo

Xiyaneta Kerkûkê li bîra me ye û me ji bîr nekir ka çawa Kerkûk firotin

Îro  05ê Gulana 2018an, Mesrûr Barzanî li navçeya Soran a Hewlêrê Hewlêrê beşdarî kampaya hilbijartinên a lîsteya partiya xwe PDKê bû û gotarek pêşkêş kir.Mesrûr Barzanî wiha got: “Hemû zilm û zorên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin li bîra me ye. Xiyaneta Kerkûkê li bîra me ye û me ji bîr nekir ka çawa Kerkûk firotin. Me bawer nedikir ku li Kurdistanê hinek kes hebin ku îxanetê bikin.”Barzanî amje bi wê yekê kir ku Kesên dijitiya referandûmê dikin sibe nikarin mafên gelê Kurdistanê li Bexdayê biparêzin û wiha pê de çû: “Ew ên serdana çeperên pêşmerge û malbatên şehîdan nekirin nikarin parastina mafên gel jî bikin. Divê Kurdistan parastî be da ku di paşerojeke ronahî de hemû mafên gel werin bidestxistin.”Di beşeke din a axaftina xwe de Mesrûr Barzanî tekez kir ku şerekî din li pêşiya me ye, ku ew jî şerê destûr e û divê nûnerên Kurd ên li Bexdayê bikarin vî şerî bikin û wiha domand: “Ewên xwîna xwe rijandine ne ji bo mûçe bû, lê ji bo mafê çarenivîsî bû û nabe keda wan werin jibîrkirin. Eeger pirsgirêka Kurdistanê îro li Bexdayê di mûçe, postan de were biçûkirin. Ev neheqî ye. Pirsgirêka ya mezintir heye. Em daxwaza serxwebûnê û mafê çarenivîsê gelê xwe dikin.Bi gotina Barzanî eger PDK û serokatiya wî neba ti statuyeke bi navê Kurdistan nedima.Mesrûr Barzanî herwiha amaje bi birêveçûna hilbijartinên parlamentoya Iraqê di 12ê Gulana îsal de kir û ragihand: “Piştî van hilbijartinan em bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin da ku hevpeymaniyeke nîştîmanî ava bikin.”https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/2095870784009711/

Back to top button