Xelkê Rojavayê bitenê nehêlin
Em Roja 27ê Hezîranê Yekemîn Salvegera komkujîya Amûdê bi Bîr Dihînin
Di wê rojê de xwepêşandaneke aştiyane ji boyî azad kirina jimarek ji girtiyên kurd ên di zindanên PYD de li dar ketibû, lê asayişên bi ser PYDê ve bi çek û guleyan pêşwaziya wan kir û gule li wan barandin, heşt şehîd ketin, ji wan du zarok û her wiha hejmarek din birîndar bûn.
Îro Kurdistanê di wextêkî halo nazik de ku pêwîstî bi yekîtî, biratî heye ji bo nakokî di nava kurdan de çênebin, êdî nabe tiştên wisa rûbidin.”
lê Mixabin PYD ê Ji bilî xwe tu hêzên Kurdî qebûl nakin û bi alkîkarîya Rijîma Beşar Esed êrîşan ser xelkê sivîl dikin.
Em êrîşa çekdarên YPGê/PYDê ser xelkê sivîl û komkujiyan bi tûndî mahkûm û şermezar dikin û bang li hemû Kurd, ên li Kurdistan ê û ên li seranserên li Cîhanê dikin ku li himberî vê heqaretê dengên xwe bilind bikin û zextê deynin ser siyaseta Pydê.
Tevgera Şoreşgerên Araratê
26/06/2014