Xelata aşitiyê pêşkêşî Barzanî dikin
Serokê Parlementoya Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî pêşwaziya Heyeteke Senatorên Îtalî bi Serokatiya Berpirsê Karûbarên NATO yê di nava Senataya Îtaliyayê de kir.
Di hevdîtineke de heyeta mêwan ezmûna heyî a li Kurdistanê de bi nimûneyeke serkeftî ji bo tevahiya Îraqê wesif kir û rola Serokê Kurdistanê jî di prosesa siyasî ya Îraq û Kurdistanê de jî girîng û mayende bilêv kir.
Di beşeke din ya hevdîtina han de heyeta mêwan li ser navê Vatîkanê jî spasiyên xwe pêşkeşî Serokê Kurdistanê û Gelê Kurd kir û da zanîn ku, siyaseta Kurdistanê a li hember welatiyên Mesîhî siyaseteke baş û serdemiyaneye.
Heyet her wiha diyar kir ku, NATO Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî destnîşan kiriye daku, xelata aştî a NATOyê pêşkeşî vî bike, û biryare ku, di demeke nêz de ev xelata han li Romayê ji Serok Barzanî re werê pêşkeşkirin.