Polîtîk

Xebatên pêkanîna hikûmeta nû

Serok Barzanî li baregaya xwe li havîngeha Pîrmam pêşwazî li cîgirê serokomarê Îraqê û kesatiyê devera Suniyan Osame Nûcêfî kir û bi hev re xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj kir.Osama Nûcîfî cîgirê serokomarê Îraqa Federal bi serokatiya şandeyekê, roja 31.05.2018ê li havînega Pîrmam ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatin pêşwazî kirin û di civînekê de qonaxa piştî hilbijartinên parlamentoya Îraqê, xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê û helwestê hêz û aliyên siyasî li ser paşeroja pirosesa siyasî li Îraqê behis kirin.Weke tê zanîn hilbijartina parlamentoya Îraqê di roja 12ê gulnê de hatin encamp dan û heta niha xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê berdewamin.

Back to top button