Xaça Sor:Rojhilata Navîn wê qeyranên civakî û aborî rûbide
Rêxistina Xaça Sor ya Navdewletî daxwaza alîkariyê ji bo wan welatên Rojhilata Navîn dike, yên ku li salên bihurî şer û alozî têdabûye, ji bo wê yekê ku bikaribin rûbirûyê Korona û bandorên wên yên wêrankariyê bibin.
Fabrizio Carboni Rêveberê Leqa Rojhilata Navîn ya Lîjneya Navdewletiya Xaça Sor ya Navdewletî (ICRC) gotiye, niha Rojhilata Navîn rûbirûyê du êrîşan bûye ku pêkhatiye ji êrîşa belavbûna Koronayê li wan deverên şer têda li gel êrîşa têkçûna warê civakî û aborî dibe û van her du qeyranan bandoreke mezin ya mirovatiyê jî pêktê.
Her wiha Carboni got: Dibe ku Korona bibê erdhejeke civakî û aborî ya cîhanê û bandora wê erdhejê dê li wan deveran zêdetir derkeve ku şer têda hebûye. Her niha bi milyonan kes li wan deveran kêşeya kêmbûna xwarinê, avê û karebê, xerabiya sîstema tendirustiyê û bilindbûna bihayê pêdiviyan heye û wan jêderê jiyan û jêrxanê ji destdaye. Niha nîvê saziyên tendirustiyê li Sûriye û Yemenê çalak nîne û 40 milyon kes ji xelkê Iraqê, Sûriye û Yemenê pêdivî bi alîkariyên mirovî heye. Eger alîkarî negihin wê karesat rû bidin.