Wezîrek îranî: Îran bi ser çend herêmena de dabeş dibe
Ebdulreza Rehman Fezlî wezîrê karûbarên navxwe yê hikûmeta Îranê, duhî roja 09.12.2013ê, li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bersiva pirseke peyamnêrê ajansa Îrna da û got:
– Niha em li ser projeyekê hûr dibin daku Îranê bi ser çend hêrman de dabeş bikin, wate her çar-pênc parêzgeh bibin herêmek da ew parêzgah di warê civakî, aborî û kulturî de bi xalên xwe yên bihêz û lawaz de biçin û di encam de ew herêm pêş bikevin.
Derheqa vê mijarê de endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran ji BasNewsê re wiha axifî:
– Heta niha sîstema Komara Îslamî ya Îranê û eqliyeta wê rejîmê hîç pêngavek bo çareserkirina pirsa neteweyên nav Îranê li xwe negirtiye. Hesen Rûhanî jî ku di milmilaneya hilbijartinê de gelek soz dabûn gelên Îranê bi taybetî jî kurdan, piştî bû serokkomar ji wan hemû sozên xwe poşman bû û armanca wan hemû axaftin û sloganan jî xapandina xelk û neteweyên nav Îranê ye.
Wezîrê navxwe yê Îranê Ebdulreza Rehman Fezlî di merasîma nasandina parêzgeha Sine de bi kurdî peyama serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bo amadevanan xwend û ji wan re got:
– Ez bi xwe ji kurdên Xoresan im û şanaziyê bi kurdbûnê dikim
Hêjayê gotinê ye Ebdulreza Rehman Fezlî, ji bo nasandina waliyê nû yê parêzgehê serdana bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê kir û di vê serdanê de got ku ew dixwazin Îranê bi ser çend herêman de dabeş bikin.