CîhanRojev

 Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li Kievê bi Serokê Ukraynayê re civiya.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan piştî serdana xwe ya Herêma Kurdistanê çû Ukraynayê.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê derbarê serdanê de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku Hakan Fîdan çûye Ukraynayê û li Kievê paytext bi Serokê wî welatî Volodymyr Zelensky re civiyaye.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê naveroka civînê de heta niha ti zanyariyek belav nekiriye.

Back to top button