CîhanRojev

Wezîrê derve yê Surî jiyana xwe ji dest da

Wezîrê derve yê Suriye Muallim koça dawî kir. Muallim yekem kes bû ku ji dema babe Bişar Esad mayî û heta niha li gel Esad siyaseta derve ya Suriye rêve dibira. Muallim ne tenê wek wezîrekî kar dikira, wek şîretkarek sereke yê Bişar Esad bû jî.

Li gora hinek zanyariya ji sala 1964û pê de bandorek a Muallim di siyaseta Suriye de hebû. Muallim yek ji wan kesan bû ku, li gel Îsrail hevdîtin dikiran û pêwendiyên Suriye û Îsrail bi rêya wî çêdibûya. Ji sala 2006ê pê de wezirê derve bû. Diplomasiya Suriye wî rêve dibira û li Rojhilata Navîn de wek diplomatek serkevtî dihat nasandin.

Tê zanîn ku hukumetên suriye rêveberiya dewleta Suriye bi temamî di destê alewiyan de ye. Li Muallim wek yek sune her demî di hukumetê de cih digirit û li ser rêbaza partiya Baas siyaset dikira û di nava partiyê de xwedî bandor bû.

Back to top button