Alîkarê Serokwezîrê Karûbarên Enerjîyê û Wezîrê Neftê Hayan Abdulganî, diyar kir ku ji ber sekinandina îxracata neftê ya Rêveberîya Herêma Kurdistanê xisara neftê heye.
Ebdulganî di daxuyaniya xwe de got: “Ji ber rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bendera Ceyhanê, Iraqê rojane 500 hezar bermîlên petrolê winda kiriye”.
Wezîr Ebdulganî got ku petrola ji benderê tê hinardekirin ji zevîyên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê tê.
Abdulganî, daxuyand û got: “Me ji şîrketa Botaş a Tirkî xwestiye ku hinardekirin û barkirina petrola Herêma Kurdistanê berdewam bike”.