PolîtîkRojev

Wezereta navxwe di derbarê Kiliçdaroglu de doz vekir

Wezereta navxwe ya Tirkiye di derbarê serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de, ji bo bê darizandin serî li dozera da. Ji berî demekî parlementerê berê yê CHPê Behram Şîmşek di bernameyek televizyonê de gotubû ku, walî û qeymekam wek tekoşerê desthilatêne. Ev yek bû sedemê minaqeşeyek berfireh di navbera wezereta navxwe û CHPê de.

Wezîrê navxwe da xûyakirin ku ewê doze di derbarê Kemal Kiliçdaroglu de vekin, wî heqaret li walî û qeymekama kiriye.

Li ser vê bûyerê serokê CHPê Kiliçdaroglu daxûyaniyek da û got:Wezereta navxwe ji hemû walî û qeymekama re nivîsekî rêdike û dibê giliyê Kiliçdaroglu bikin û di derbarê wî de dozê vekin.Eger hun dozê venekin hun ne merdin,hun hemû tekoşerê desthilatêne.Hun tekoşerê gendeliyê ne û hun tekoşerê bê ehlaqiyê ne.

Back to top button