Civak

Wezereta nav xwe dibêje damezirandina tu partîyek bi navê PDKê nehatiye pejirandin!

Wezereta navxwe ya Tirkiye di derbarê damezirandina Partiya Demokrat a kurd de daxûyaniyek da û dibêje ku, tu partiyek bi vî navî nehatiye damezirandin û di vê derbarê de wezereta navxwe tu belge nedane berpirsên partiyek bi vî navî hatî damezirandin.

Wek tê zanin partiyek bi navê PDK li bakur hate damezirandin. Medya kurdî behsa vê nûçeyê kir. Heta serokê vê partiya nû Reşît Akici bû mêvanê kanala K24ê û behsa partiya xwe kir.

Serokê PDKê Akici dabû xûyakirin ku, ewan ji berî du mahan serî li wezereta navxwe ya Tirkiye daye û belgeya pejirandinê jî wergirtine. Niha jî wezereta navxwe vê îdiayê red dike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button