Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, îşev bi çend mûşekan êrîşî ser kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin û ji ber êrîşa mûşekî ziyaneke giyanî û maddî derneketiye holê.
Di daxuyaniya Wezareta Samanên Sirûştî de hatiye ragihandin, îşev di demjimêr 21:30 xulekan de bi çend mûşekan êrîş bi ser kêlgeha gazê ya Kormorê hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku Wezîrê Samanên Sirûştî (yê bi wekalet) Kemal Mihemed rasterast ligel Birîkarê Wezareta Samanên Sirûştî û tîma wezaretê û aliyên ewlehiyê li ser xetê ye û bi hevahengiya ligel kompaniya Danagas lêkolîna rewşê dike, da ku bandorê li ser berhemanîna gaz û elektrîkê neke.
Îşev 30ê Tebaxa 2023an, Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, du mûşek arasteyî kêlgeha gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê hatin avêtin.
Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, mûşek ji Xûrmatûyê hatine avêtin û ti ziyanek derneketiye holê.
Sala borî (2022) di nava pênc mehan de pênc caran mûşek arasteyî kêlgeha gazê ya Kormorê hatin kirin, îsal jî ev cara duyem e ku bi mûşekan kêlgeh tê bombebarankirin.
Kêlgeha gazê ya Kormorê ku di sala 2007an de hatiye damezrandin, dikeve sînorê nahiya Qadir Kerem a ser bi navçeya Çemçemal a Silêmaniyê. Kompaniyên Dana Gas û Hîlala Îmaratî veberhênanê tê de dikin.